Skip to content

Dewleta Almanya dest daye ser pirtûkên “Make Rojava Green Again”

 

Wezareta hindirên a Elmanya Horst Seehofer di 12 ê sibata 2019 de qedexekirina weşanxane ya Mezopotamya ilan kir. Sere de qedexekirina weşanxane, projeye me ya ekolojî bi nave “Make Rojava Green Again” bandor dike. 200 kopî yên pirtûka keti deste polisa Elmanya.

Weşanxane ya Mezopotamya ne tenê pirtûkên xwe ji wê zedetir hejmara mezin derhaqe Kurdistanê jî belav dike. Ji bo wê 200 kopiyên ‘Make Rojava Green Again’ hatibu şandin Mezopotamyaye. pişti cend rojan bigihiştina pirtûkan qedexekirina ji aliye Wezareta Navxweyî ya Elmanyan hati ragihandin, bi wê re jî cîhê weşanxaneyê hate vala kirin û girtin. Hemû pirtûk û broşûr hatine rakirin.

Di nav mehên dawî de ev pirtûka bi zimanen Îngilîzî, Îtalî, Yunanî û Elmanyayê hat weşand. Pîrtukên Frensî, Swêdî, Tirkî, Kurdî û Espanyayê dê di hefteyên din de bên weşandin. Bi vê kitabê re em hewl didin perspektifa careserîyê pirsgirêkên ekolojîyê di nav bakurê Sûriyeyê û cîhanê bidin. Di vê yekê de behsa teoriyên Ekolojiya civakî ya Murray Bookchin û Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan tê kirin.

Qedexekirina weşanxane û destdayina ser materyalên yek ser karê me tesîr dike. Em vê biryarê ye Dewleta Elmanya şermezar dikin û daxwaza vegera pirtûkan û herweha daxwaza rakirina qedexekirina weşanxane Mezopotamya dikin. Girtina Mezopotamya êrîşeke li hemberî azadiya ramanê û axaftinê ye. Bi qedexekirin hewl didin ku gotûbêjkirina sazkirina xweserî ya li Bakurê Sûriye û çareserkirina pirsgirêken Rojhilata Navîn bitepsinin. Belavkirina fikrên azadiya jinê u cîvakeke ekolojîk û demokratik neyên qedexekirin, ji ber ku îro ev fikrên çavkaniya hevîye ji bo mîlyon mirovên di hemu cîhanê de bun. Em e xebaten xwe bi israr u motivasyoneke nu berdewam bikin u di ve rewşe de bi taybetî li her kesî bang dikin ku pirtûke me bixwinin u belav bikin. Rexne li sistemeke ku rojane bi milyaren insanan kole dike u xirakirina xwezayi pesdixe heya dawi rewa ye u îro hin zedetir pewîst dike.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *